Hozan Canê: Baweriya min bi edaleta Herêma Kurdistanê heye
Hunermenda Kurd Hozan Canê ji bo çend mijar û pirsên hunerî û dadwerî serdana Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd Hozan Canê radgihîne, “Ez bi hêvî me hikûmet gelê Kurdistanê li kêleka min bin ji bo mafê min ji kesên ku hunera min dizîne were standin.”
Hunermanda Hozan Canê ku sala 2018 bi tometa “piştevaniya terorê” hatibû zîndankirin û roja 1/10/2020an hatibû azadkirin, niha ji bo çend mijar û pirsên hunerî û dadwerî serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Hunermenda Kurd Hozan Canê beşdarî bultena K24ê bû û behsa sedema û armanca xwe ji serdana Herêma Kurdistanê kir û ragihand, “Di zîndanê de ez jineke Kurd û Kurdistanî bûm û serê min bilind bû û qet êş û zehmetiyên zîndanê ji min re ne xem bûn. Lê piştî derketim, tendirustiya min têk çû û 2 neştergeriyên dil min çêkirin.”
Hozan Canê got, ew ji bo Kurd û Kurdistanê û ji bo çand û hunera Kurdî ketibû zîndanê, lê piştî ew derket wê dît ku hunera wê hatiye dizîn. Ji ber wê ew hatiye Herêma Kurdistanê gilî li kesên ku huner û keda wê dizîne veke
Diyar kir jî, ji bo şopandina doza xwe, wê serî li Wezîrê Rewşenbîr û Lawan û hin aliyên pêwendîdar kiriye û di wê derbarê de got: “Ez ji Serok Barzanî, kak Nêçîrvan û kak Mesrûr bi hêvî me alîkariya min bikin, ta ku mafê xwe werbigirim.”
Hozan Canê da zanîn jî, niha doza wê li dadgehê ye û rûniştina yekem a dadgehê birêve çû û ew tê de beşdar bû.
Her di wê derbarê de got: “Nasnameya min a Alman jî heye û min dikarî li Almanya jî doz vekira, lê ez a ku ji ber Kurdistanê ewqas êş dîtine, ez qayil nebûm biçim dadgeheke Almanya û bibêjim ku ez Kurdistanî me û hin Kurdan didim dadgekirinê. Ew yek ji min re qet nabe, ew ji min re mirin e. Ji ber wê ez hatim Kurdistanê, lê divê Kurdistan jî li min binêre.”
Hozan Canê got jî: “Ez bi hêvî me berpirs û gelê Kurdistanê alîkariya min bike û li kêleka min be, bîr û baweriya min bi edaleta Kurdistanê heye.”
Hozan Canê li ser zîndana xwe got: “Ez di zîndanê de fêrî gelek tiştan bûm. Min gelek eşkence dît, mehekê di zîndana takekesî de ez tî û birçî hîştim û ji min re gotin bibêje ‘gelê Kurd terorist e, em te azad bikin’ lê min qebûl nekir, min careke din bixin zîndanê û min bikujin jî ez qebûl nakim.”
Derbarê berhemên xwe yên nû de, hunermenda Kurd Hozan Canê aşkere kir, wê di zîndanê de 47 helbest û 2 pirtûk nivîsandin.”
Hozan Canê li dawiyê hêvê xwast û got: “Ez bi hêvî me ez li Hewlêrê li Herêma Kurdistanê kunsertan çêbikim û ji gelê Kurdistanê re bibêjim ku ez Canê ya dirust im. Herwiha ez bi hêvî me ku hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem gelê Kurd di vê doza min de alîkariya min bikin.”
