Helbûsî: Serdema destêwerdana derveyî bi dawî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand, “Îro çiya û beyabanên Iraqê guftûgoyan derbarê pêkanîna hikûmetê de li Necefê dikin.”
Li ser destpêşxeriya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlametoya Iraqê Mehemed Helbûsî îro ligel Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir li Necefê civiyan.
Di wê derbarê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî de li Twittera xwe nivîsî: “Serdema destêwerdana derveyî bi dawî bû” diyar kir jî, hikûmeta bê ya Iraqê dê ne rojhilatî û ne rojavayî be.
Helbûsî nivîsî jî: “Îro çiya û beyabanên Iraqê gihîştin Necefê û guftûgoyan derbarê pêkanîna hikûmeteke niştimanî de dikin.”