Hunermendên Kurd banga hilbijartina dersên Kurdî dikin
Hunermendên Kurd ên perwerdekar diyar dikin ku divê dayîk û bav girîngî bidin dersên bijarte yên Kurdî.
Stenbol (K24) - Hunermendên Kurd ên perwerdekar diyar dikin ku divê dayîk û bav girîngî bidin dersên bijarte yên Kurdî ku qeydên wan heta 7ê Sibatê berdewam dike.
Li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê (MEB) ji bo sala perwerdehiyê ya 2022-2023an, dema hilbijartina dersên bijarte ku Kurdî jî di nav de ye, di 7ê Sibatê de bi dawî dibe.
Kampanyayên ji bo dersên hilbijartî yên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî berdewam e. Hunermendên Kurd ên ku beşa mamostetiyê jî qedandine, bal kişandin ser hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî.
“Divê Kurd xwedî li dersên bijarte yên Kurdî derkevin”
Hunermend Rojhilat Azad ku di salên dawî de gelek awaz çêkirine û berhemên wî ji aliyê gelek hunermendan ve hatine pêşkêşkirin, diyar kir ku her çend dersên bijarte yên Kurdî li dibistanan kêm bin jî, divê ji vê derfetê sûd werbigirin.
Hunermend Rojhilat Azad ji K24ê re diyar kir: “Divê em zanibin ku her gava ku tê avêtin ne lutf e, destkeftiya Kurdan e. Em nikarin her tiştê ku gelên cîhanê hene, bixin ser tepsiyek zêrîn. Ger em ji vir dest pê bikin, divê em hemû destkeftiyên ku di warê ziman û çanda Kurdî de bi dest xistine bê şert û merc qebûl bikin. Ez pêvajoya hilbijartina zimanê Kurdî dişibînim serdema TRT Kurdî. TRT Kurdî jî serkeftineke mezin e, her çiqas naveroka wê ne li gorî min be jî. Ji ber ku ji bo civakeke ku di bin navê 'Peymana Tirkan' de ewçend Tirkperest û bindest e, vekirina kanaleke televîzyonê ji aliyê dewletê ve an jî ji bo Kurdan qezenckirina wê ne karekî hêsan e.”
Rojhilat Azad destnîşan kir: “Şerafettîn Elçî di salên 70’î de ji ber gotina ‘ez jî Kurd im’ ket girtîgehê. Di destpêka salên 2000î de ji aliyê dewletê ve kanaleke Kurdî hat vekirin. Ev serkeftineke mezin e.”
Hunermendê Kurd, dibêje: “Divê em bê şert û merc xwedî li dersên bijarte yên kurdî derkevin û bêyî ku ji bîr bikin ku her destkeftek hêjayî zêr e û ji bo her destkeftiyek bi hezaran û sed hezaran mirov bedel dane."
Rojhilat Azad di daxuyaniya xwe de ji bo dersen Kurdî bang li dê û bavên Kurd jî kir û bila dê û bav zarokên xwe ji bo hilbijartina dersa Kurdî han bidin.
“Divê Kurd xwe li dersên Kurdî qeyd bikin”
Stranbêja Kurd Melîs Berçem Demîr jî got ku divê malbatên Kurd di her warê jiyanê de zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.
Melîs Berçem Demîr ji K24ê re diyar kir; ji ber qedexeyên salên 90’î yên li Tirkiyeyê ew nikaribûn fêrî zimanê Kurdî bibin û divê ji dersên bijarte yên ku îro hene sûd werbigirin.
Demîr destnîşan kir: “Ez dixwazim ku ji bo Kurdî peyameke taybet bidim. Ji ber ku em wek zarokên nifşa 90’î ji ber zextên siyasî nekarîn biaxivin, ji ber ku zimanê Kurdî qedexe bû. Loma jî gelek ji me zimanê xwe yê zikmakî nizanin. Ev şermeke mezin û windahiyeke mezin e. Pêdivî ye ku mîrasa çandî ya wêje, muzîk, helbest û destanên zimanekî wiha xweş were parastin. Lewma pêwîst e dê û bav, bi taybetî jî malbatên Kurd, zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin. Ji ber vê yekê ez piştgirî didim hebûn û tercîha dersên bijarte yên Kurdî li dibistanan, divê Kurd xwe li dersên kurdî qeyd bikin û tercîha wan a yekem Kurdî be.
“Divê em firsendê ji dest nedin”
Hunermend Sebahattin Yildiz ji K24ê re axivî û diyar kir ku divê girîngî bidin dersên bijarte yên Kurdî.
Sebahattin Yildiz got: "Her çend em nikanin zimanê xwe yê ku wek şîrê dayika xwe helal e, bi tevahî bikar bînin, lê ne temam be jî divê em firsendê ji dest nedin."
Yildiz herwiha diyar kir: "Divê em wê bi tevahî bikar bînin. Dersa hilbijartî berê jî hebû lê siyasetmedaran xwedî derneketin, biçûk didîtin, ez bi vê yekê matmayî mabûm. Lê di van demên dawî de wan fêhm kirin ku ev jî destkeftiyek e. Niha em nikarin ji bîr nekin ku bi kêmanî Kurdî dê bi dersên hilbijartî ve bikeve rojevê û aktuel. Ger ev gavek piçûk be jî, ez difikirim ku divê em bala xwe bidin vê."