Cotkarên Akrê ji bo çandiniyê berê xwe didin xaniyên plastîkî

Li devera Akrê di van çend salên dawî de bi awayeyî berçav, cotkaran bala xwe dane ser danîna xaniyên plastîkî.

Akrê (K24) - Li devera Akrê di van çend salên dawî de bi awayeyî berçav, cotkaran bala xwe dane ser danîna xaniyên plastîkî.

Hejmarek cotkarên devera Akrê dest bi danîna xaniyên plastîkî kirine û diyar dikin ev şêwaza çandinê, berhemên gelek baş didin cotkaran.

Cotkarekî ji K24ê re diyar kir; nêzîkî 5-6 sal in wan berê xwe dane xaniyên plastîkî û gelek berhem di van xaniyan de çêdibin.

Cotkar destnîşan dikin ku berhemên xaniyên plastîkî, li gor çandina li zeviyên vekirî, zêdetir berhem didin, loma wan jî dest bi danîna van xaniyan kirine.

Li hember zêdebûna xaniyên plastîkî, şarezayên warê çandiniyê jî diyar dikin ku danîna xaniyên plastîkî gelek baş e, lê divê cotkar li ser vê mijarê werin perwerdekirin.

Heta niha li navçeya Akrê zêdetirî 1800 xaniyên plastîkî ji aliyê cotkaran ve hatine danîn û di nava wan de herî zêde xiyar tên çandin.