Iraq dixwaze gazê ji Qeterê hawirde bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê bi Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê re li ser îmkana hawirdekirina gaza Qeterê bo Iraqê gotûbêj kir.

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê, ev yek di dema serdana bilez a Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê Adil Kerîm bo Qeterê û civîna wî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Seid Şirîde El-Kaabî re hat.

Wezareta Elektrîkê di daxuyaniyekê de ragihand, di civîna her du wezîran de, hemû mijarên lojîstîkî yên pêwîst ji bo şandina gazê bi rêya benderên Qeterê bo benderên Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê amadehiya welatê xwe ya ji bo dabînkirina gaze ji Iraqê re nîşan daye.

Iraq piştî Erebistana Siûdî, duyemîn mezintirîn berhemhênerê petrolê di ya nav OPECê de ye û ji sedî 90ê ji bûdceya wê ya giştî, ji dahata petrolê ye.

Li gor şarezayan, Iraq di vê derbarê de jî rastî fişara Amerîka tê, ta ku hawirdekirina gazê ji Îranê kêm bike.