Bajarê Diyarbekirê dê li 5emîn pêşangeha herî mezin a cîhanê bê nasandin

Danasîna bajarê Diyarbekirê li Stenbolê li Pêşangeha Geştûguzarê ya Welatên Deryaya Naverast (EMITT) de dê bê kirin.

Diyarbekir (K24) - Danasîna bajarê Diyarbekirê li Stenbolê li Pêşangeha Geştûguzarê ya Welatên Deryaya Naverast (EMITT) dê bê kirin. Ev pêşangeh mezîntirîn pêşangeha Tirkiyeyê ye û di cîhanê de jî pêşangeha mezintirîn a 5emîn e. Ji bo danasîna samanên geştyariyê yên Diyarbekirê ev pêşangeh girîng tê nirxandin.

Parêzgerî û Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê hemahengiya pêşangehê dikin û Şaredariya navçeya Gêl, Sûr û Jûra Pîşesazî û Bazirganî, Borseya Bazirganî û sazî û rêxistinên geştûguzariya bajêr beşdar dibin.

Pêşangeh, li Stenbol 9ê Sibatê dest pê dike û heta 12ê Sibatê berdewam dike. Ji bo danasîna Diyarbekirê li pêşangehê standeke wekî Birca Keçê hat amadekirin.

Armanc ew e ku li pêşangehê danasîna dîroka bajêr û potansiyela geştyariyê were kirin.

Diyarbekir, Riha û Mêrdîn, ji aliyê geştyariyê ve wekî sêgoşeya zêrîn tê pênasekirin. Bi taybetî bi kişfkirina Perestgeha Mîtras ya li Kelha Zêrzevanê ji çar aliyên cîhanê bi sedhezaran geştyar serdana Diyarbekirê kirin.

Di sala 2021an de nêzîkî 500 hezar geştyar serdana Diyarbekirê kiribûn. Armanca danasînan ew e ku di sala 2022an de 2 mîlyon geştyar serdana Diyarbekirê bikin.