Herêma Kurdistanê projeya riya hesin amade dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Avedankirin û Akincîbûnê ya Herêma Kurdistanê bi kompanyaya Almanî ya “Deutsche Bahn” re peymaneke hevtêgihîştinê ji bo cîbicîkirina projeya rêya hesin îmze kir.
Wezîrê Avedankirinê Dana Ebdulkerîm di konferanseke rojnamevanî de bi nûnerê Deutsche Bahn li Hewlêrê re ragihand, plana projeya rêya hesin a Herêma Kurdistanê ji sala 2012ê ve heye.
Derbarê lêçûnên darayî yên projeyê de, Wezîrê Avedankirinê got: “Em hewl didin ku kompanyayên navdewletî beşdariyê bikin. Me karî bi komapanyaya Deutsche Bahn re guftûgoyê bikin ku ew baştirîn kompanyaya cîhanê ya vê derberê de ye.”
Ebdulkerîm got jî: “Piştî guftûgoyên sal û nîvekê, îro me peymana hevtêgihîştinê îmze kir. Ew peyman jî ji bo cibicîkirina riya hesin li Herêma Kurdistanê ye.”