Ziyanên canî yên li Kîevê hatin ragihandin
Hêzên Rûsî ji çend aliyan ve êrişî Kîevê dikin

Navenda Nûçeyan (K24 – Wezareta Tendirustiyê ya Ukraynayê ziyanên canî yên êrîş û bombebarana Rûsya li ser Kîeva Paytext ragihandin ku di nava kuştiyan de zarok jî hene.
Wezareta Tendirustiyê ya Ukraynayê îro 26/2/2022an ragihand, ji ber bombebarana artêşa Rûsya li ser Kîevê de, 198 kes hatine kuştin ku di nava wan de 3 zarok hene.
Hêzên Rûsî ji çend aliyan ve êrişî Kîevê dikin, di heman demê de artêşa Ukraynayê ragihand, wan êrişa Rûsyayê li ser kolaneke sereke yên Kîevê têk biriye.
Şandeyê K24ê bo Kîevê Azad Altun da zanîn; şer li nava kolanên Kîevê dest pê kir, li gelek deverên paytext dengê teqînan têne bihîstin.
Herwiha destnîşan kir: “Ji rojava heta rojhilatê bajarê Kîevê, şer û bombebaran heye, li hinek deveran jî şer û pevçûn giran rû didin.