Hewlêr ji bo Newrozê amadekariyê dike

Ji bo amadekariya rojên biharê û Newrozê, bi serperiştiya parêzgar, Lijneya Bilind a Ewlehiya Parêzgeha Hewlêrê civiya.

Hewlêr (K24) – Ji bo amadekariya rojên biharê û Newrozê, bi serperiştiya parêzgar, Lijneya Bilind a Ewlehiya Parêzgeha Hewlêrê civiya û hejmarek rasparde derxistin.

Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand; bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, Lijneya Bilind a Ewlehiyê civiya û li ser pêkanîna keşeke aram û guncaw ji bo rojên biharê û Newrozê û parastina can û malên welatiyan û geştyaran û rêlibergirtina her haleteke nexwestî û neasayî, gotûbêj kir.

Li gor daxuyaniyê, hemû hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê, Asayîş, Zêrevanî, Polîs, Polîsê Trafîkê, Berevaniya Şaristanî û tendirustî li hemû cihên giştî hatin dabeşkirin.

Parêzgariya Hewlêrê tekez dike ku hemû rêkarên ewlehiyê ji bo parastina welatî û geştyaran pêk tînin û ji welatiyan jî daxwaz dike ku alîkar bibin.