Konsolê Firansa piştevaniya xwe ji bo rojnamevanên Kurdistan24ê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê ragihand, piştevaniyê li rojnamevanên Kurdistan24ê dikin ku studyoyên wêranbûyî de di gihandina peyama xwe ya medyayî û veguhastina zanyariyan de berdewam in.
Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies derbarê êrîşa îro berbangê de peyamek li hejmara xwe tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî, piştevaniyê li rojnamevanên Kurdistan24ê dikin ku studyoyên wêranbûyî de di gihandina peyama xwe ya medyayî û veguhastina zanyariyan de berdewam in.
Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.