Geştên balafiran di navbera Hewlêr û Parîsê de dest pê dikin

Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand; geştên rasterast di navbera Hewlêr û Parîsê de di meha Gulana bê de dest pê dikin.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand; geştên rasterast di navbera Hewlêr û Parîsê de di meha Gulana bê de dest pê dikin.

Ehmed Hoşyar ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand; di 2yê Gulanê de geştên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de dest pê dikin.

Hoşyar eşkere kir ku bi awayekî giştî rojane 54 geştên çûn û hatinê i Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê têne kirin.

Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê herwiha diyar kir: “Ji aliyê Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê ve, ku Wezareta Tendirustiyê aliyê pêwendîdar e û ji wir rênimayî digihîjin me, pişkinîna Koronayê ji 48 saetan bo 72 saetan, ligel karta vaksîna dijî vê vîrusê bi merc hatiye danîn, gelek caran geştyar hene ji ber rewşa tendirustiyê nekarîne vaksînê werbigrin, loma ji wan re alîkarî têne kirin da ku tenê bi rêya testa PCR geştên xwe encam bidin.”

Fly Erbil Advertisment