Parêzgarê Hewlêrê silavên Serokwezîr gihande xelkê Diyarbekirê

Herêma Kurdistanê beşdarî 1emîn Pêşangeha Geştyarî û Gastronomî ya Mezopotamyayê ya li Diyarbekirê bû.

1emîn Pêşangeha Geştyarî û Gastronomî ya Mezopotamyayê ya li Diyarbekirê
1emîn Pêşangeha Geştyarî û Gastronomî ya Mezopotamyayê ya li Diyarbekirê

Hewlêr (K24) – Herêma Kurdistanê beşdarî 1emîn Pêşangeha Geştyarî û Gastronomî ya Mezopotamyayê ya li Diyarbekirê bû û Parêzgarê Hewlêrê di gotarekê de ragihand; gelek girîng e ku bi rêya geştyariyê Herêma Kurdistanê bibe pirek di navbera gel û neteweyên navçeyê de.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê Dara Celîl Xeyat beşdarî 1emîn Pêşangeha Geştyarî û Gastronomî ya Mezopotamyayê ya li Diyarbekirê bûn.

Parêzgarê Hewlêrê di axaftina xwe de silav û rêzên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihande xelkê Diyarbekirê û pîrozbahiya cejna Newrozê kir û hêvî xwest ev cejn bibe sedema berqerarbûna aştî û amariyê li navçeyê.

Omêd Xoşnaw destnîşan kir ku geştyarî yek ji mijarên girîng ên aboriyê ye di bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Parêzgarê Hewlêrê tekez kir ku gelek girîng e bi rêya geştyariyê Herêma Kurdistanê bibe pirek di navbera gel û neteweyên navçeyê de.

 

Fly Erbil Advertisment