Êzidiyên Deşta Neynewayê pêşwaziyê li werzê Buharê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Êzidiyên Deşta Neynewayê li ser Mezargeha Mihemed Reşan pêşwaziyê li werzê Buharê dikin.
Salane Êzidiyên Deşta Neynewayê serdana Merzageha Mihemed Reşan ya li binarê çiyayê Meqlîb dikin û li wir bi merasîmên olî û semayên dilxweşiyê pêşwaziyê li werzê Buharê dikin.
Êzidî dibêjin jî, ji ber aramiya li Herêma Kurdistanê heye, ew dikarin her demê merasîmên xwe yên olî bikin.