Serok Barzanî bi rêya telefonê rewşa tendirustiya Eyad Elawî pirsî

Bi mebesta pirsîna rewşa tendirustiyê, bi rêya telefonê peywendiyê bi Dr. Eyad Elawî re kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî roja çarşemê 6ê Nîsana 2022yan bi mebesta pirsîna rewşa tendirustiyê, bi rêya telefonê peywendiyê bi Dr. Eyad Elawî re kir ku piştî têkçûna rewşa tendirustiya wî ji bo welatê Urdinê hate veguhestin.

Di vê peywendiyê da Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo serkeftina neştergeriyê jî ragihand ku yek ji nexweşxaneyên welatê Urdinê ji bo Dr. Eyad Elawî hatiye encamdan û hêviya şîfaya bilez û tendirustiyê ji bo wî xwest.

Fly Erbil Advertisment