Bi fermana Serokwezîr Monumênta Şehîdan a li Hewlêrê tê temamkirin
Monumênta Şehîdan projeyeke temamnekirî ye û piştî çend salên rawestanê, ji aliyê Parêzgeha Hewlêrê ve serperiştiya temamkirinê tê kirin.

Hewlêr (K24) – Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Monumênta Şehîdan a li Hewlêrê tê temamkirin.
Parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi mebesta temamkirina Monumênta Şehîdan a li Hewlêrê rizamendî li ser xerckirina bi qasî 3 milyar û du sed û heştê milyon û heft sed û duwanzdeh hezar dînar hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Parêzgeha Hewlêrê, Monumênta Şehîdan projeyeke temamnekirî ye û piştî çend salên rawestanê, ji aliyê Parêzgeha Hewlêrê ve serperiştiya temamkirinê tê kirin.
Monumênta Şehîdan li bilindahiyên nahiya Kesnezan, weke sembolek ji bo qurbanîdana gelê Kurd û bîranîna Enfal û şehîdên Kurd û Kurdistanê tê çêkirin.