Rêveberiya Xweser baca li ser dukan û kargehên Reqayê zêde dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser di biryarekê de, bac li ser hemû dukanên bazirganî û kargehan li Reqayê zêde kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovî belav kir, Komîteya Darayî li Encûmena Reqa ya Sivîl, hemû xwediyên dukanên bazirganî û darayî li bazara bajêr û gundewarê wê agahdar kiriye ku rêjeya baca salane ji 2% bo 3% zêde bûye. Ev jî, ji bilî risumat û bacên din.
Li gor biryarê, ev bac li ser xwediyên dukanan û yên kirêcî jî dibe.
Li gor çavdêran, ev biryar ji Ofîsa Bazirganî û komîteya Darayî ya Rêveberiya Xweser hatiye, li hember bilindibûna nirxê dolar li hember lîreya Sûrî û zêdebûna xerciyên xizmetguzariyên giştî.
Çavdêr destnîşan dikin, ev biryara Rêveberiya Xweser ya zêdekirina bacê, gelek ji bazirganên Reqa û navçeyên din dilgiran kirîye û dibêjin, ev biryar amaje bi îflasa Rêveberiya Xweser dike. Tekez dikin jî ku rêjeya 3% bacek ne dadperweran ye.