Înîsiyatîfeke xêrxwaziyê bi projeyên biçûk alîkariyê bi jinên Kurd re dike
Înîsiyatîfa Laila di heyama sal û nîvekê ji damezrandina xwe de, bi fînansekirina projeyên biçûk û alîkariyên aborî, piştgirî da gelek jinên nezewicî yên di ser 35 saliyê re.
Navenda Nûçeyan (K24) – Saziyeke xêrxwaziyê bi hevkarî û bexşên biçûk piştevanî û alîkariyê dide bi dehan jinên hejar ên Kurd li Efrîn, herêma Şehba û Helebê. Înîsiyatîfa Laila ya ji bo jinan di heyama sal û nîvekê ji damezrandina xwe de, bi fînansekirina projeyên biçûk û alîkariyên aborî, piştgirî da gelek jinên nezewicî yên di ser 35 saliyê re.
Seroka Înîsiyatîfa Laila ji K24ê re ragihand, înîsiyatîfa wan saziyeke xêrxwaziyê ye, di meha Çileya 2021ê de ji aliyê çend jinên Kurd ve li Ewropayê bi navê “Jinên Kurd” ji bo piştevanîkirina li jinên Kurd ên Efrînê hat damezirandin. Piştre jî hejmarek ji çalakvanên mêr ji netewe û pêkhateyê din tevlî Înîsiyatîfê bûn, ji ber wê jî navê Înîsiyatîfê bi navê “Înîsiyatîfa Laila” hat guhartin.
Seroka Înîsiyatîfê ya ku nexwest navê wê eşkere bibe got: “Em bi Însiyatîfa xwe heta ku ji destê me tê, em hewl didin aliyê aborî yê ku astenga herî mezin a li pêşiya azadiya jinê bi giştî ye, çareser bikin.”
Da zanîn jî: Înîsiyatîf tenê destekê dide jinên Kurd ên Efrînê, çi li Efrînê yan jî li Heleb û herêma Şehbayê bin, ji ber ku jinên Efrînê piştî ku cih û warên xwe derbider û koçber bûn, li wan herêman di rewşeke aborî ya pir zehmet de dijîn.”
Diyar kir, Înîsiyatîfa wan hewl dide bi riya hevkariyên xwe, derfetên kar ji jinan re peyda bikin, bi awayekî ku bikarin bi riya projeyeke biçûk û alîkariyên darayî, karên xwe yên serbixwe ava bikin, debara jiyana xwe û malbatên xwe bikin, bi rûmet bijîn û rûbirûyî ti fişarên derûnî û psîkolojîk nebin.
Got jî: “Niha piştevanî bi taybet jinên nezewicî yên ku temenê wan gihîştiye 35 salan û bê xwedî ne re tê kirin. Ji ber ku karînên me sînordar in, em niha nikarin bi awayekî mehan alîkaiyê darayî ji wan re bişînin, em tenê piştevaniya wan destpêkirina projeyekê dikin.”
Herwiha got: “Me dît ku keçên di ser 35 saliyê re ne û nezewicîne, ti rêxistin yan komeleyek nîne ku sponsoriya wan bike. Ev çîna keçikan rewşeke wan taybet heye û derfetên zewacê ji wan re kêm e, herweha li gor dap û nerîtên civaka rojhilatî ye jî, qedexeyên zêde li ser wa tên sepandin. Ji ber wê me beş hilbijart ta ku alîkariyê bi wan re bikin ta ku bi keda xwe kar bikin û bibin jinên berhemdar.”
Bal kişande ser wê yekê jî: “Di dema damezirandina Înîsiyatîfê û heta 1/3/2022an, wan piştevaniya 21 projeyên biçûk kirine û 44 hevkariyên darayî gihandine jinan.”
Herwiha Seroka Înîsiyatîfa Leyla tekez kir, Înîsiyatîfa wan rêxistineke serbixwe ye û ne girêdayî ti aliyekî siyasî yan fermî ye, ew tenê di navbera kesên bexşkar û kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, bi rêya Facebook û tora civakî dibin pireyek û wan bi awayekî rasterast digîhînin hevdu, vê yekê jî baweriya her du aliyan bi Înîsiyatîfê ava kiriye.