Bombeyek bi hêzên Polîsê Federal de teqiya

Li devera Zilûiye ya ser bi parêzgeha Selahedîn, bombeyeke vedayî bi hêzên Lîwaya Taybet a Polîsê Federal de teqiya.

Hewlêr (K24) – Li devera Zilûiye ya ser bi parêzgeha Selahedîn, bombeyeke vedayî bi hêzên Lîwaya Taybet a Polîsê Federal de teqiya û di encamê de du polîs hatin kuştin û du polîs jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di encama teqînê de du polîs hatine kuştin û du polîs jî birîndar bûne.

Li parêzgeha Enbarê ji vê sibê ve bi serperiştiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî operasyona "Îradeya Polayîn" bi ser DAIŞê de hatiye destpêkirin.

Devera Zilûiye dikeve ser çamê Dîcleyê û 90 kîlometre ji bakurê Bexdayê dûr e. Parêzgehên Selahedîn û Diyala bi hev ve girêdide.