“Di 3 mehên dawî de 323 dikan li Diyarbekirê hatine girtin”

Alîcan Ebedînoglû
Alîcan Ebedînoglû

Diyarbekir (K24) – Jûra Yekîtiya Dikandar û Pîşesazan Diyarbekirê DESOB’ê raporekî li ser rewşa kargehan û giringiya kargehan di aborî û piyaseyê de ragihand. Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglû bal kişand ku ji ber li nav piyaseyê nirx û hiqûqeke dadwerî nîn e, dikandar têk diçin û 4-5 sermiyandarên mezin zêdetir dewlend dibin. Ebedînoglû daxwaz kir ku piştgirî ji bo dikandaran bên dayîn û vekirina zincîr marketan jî bi destûran bên sînordar kirin.

Serokê Jûra Yekîtiya dikandarên Diyarbekirê Ebedînoglû, ragihand ku dikandar û pîşesaz, di aboriya welatekî de xwedî rolên girîng û serekî ne û barê herî zêde yên li ser dewletê sivik dikin, lê di 3 mehên dawî de 323 dikan li Diyarbekirê hatine girtin û li heremê bi giştî jî rewşa dikandaran hatiye asta têkçûnê.

Alîcan Ebedînoglû bang û daxwaz ji rayedaran kir ku ji bo pêşîlêgirtina zêdebûyîna bêkarî û kêşeyên aborî girîngiyê bidin çareseriya kêşeyên dikandaran û piyaseyê bi nirx û pîvanan ve girê bidin.