Kulîlkên Nîsanê zeviyên Siwêregê xemilandin

Li navçeya Siwêregê ya Rihayê zevî bi rengên kesk û sor ên kulîlkên Nîsanê xemilîn.

Riha (K24) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê zevî bi rengên kesk û sor ên kulîlkên Nîsanê xemilîn. Welatiyên ku vê bedewiya xwezayî dibînin bi malbata xwe ve tên nav kulîlkan û wêneyan digirin. Welatî dibêjin; dema ku ew têne nav zeviyên kulîlkan aram dibin.

Kulîlkên Nîsanê bi rengên xwe yê kesk û sor zeviyên navçeya Siwêreg a Rihayê xemilandine û dîmeneke bêhempa ji xwazayê raxistiye ber çavan. Xelkê navçeyê dibêjin; wan ji berê xemla kulîlkan bi vî rengî nedîtibûn.

Mihemed Fesîh Karakaya şivanê keriyeke pez e û amaje dike, ew gelek li deşt û zozanan geriya ye lê yekem care dîmeneke wisa spehî dibîne û dibêje ev dîmen hizûrê dide wî.

Karakaya dibêje: “Ev 7 sal in ku şivaniyê dikim, dema ku van kulîlkan dibînim bêhna min pê fireh dibe. Hin kes tên di nav zeviyê de digerin, seyranê dikin û wêneyan digirin. Xwezaya vê derê gelek xweş e, aramî heye.”

Îsal di zivistanê de li vê herêmê berfeke zêde barî. Bi hatina biharê re deşt û zevî, çiya û zozan bi rengên xwezayê xemilîn. Kulîlkên nîsanê di nava kevirên reş ên volkanîk de bejna xwe li ba dikin û vî dîmenê bêhemba pêşkêşî mirovan dike. Welatiyên herêmê û rêwî berê xwe didin nav xemla kulîlkan û bi girtina wêneyan di bîreweriyan de cih didin van dîmenên rengîn.

Welatiyê bi navê Salih Bozma diyar dike: “Min heta niha dîmeneke wisa delal nedîtibû, dema min ev dîmen dît ez matmayî man. Ez şofêr im, min ji Diyarbekirê pez anî Siwêregê, dema ku min ev dîmen dît çûme malê û malbata xwe anî û di nav kulîlkan de em wêneyan digirin.”

Herwiha welatiyê bi navê Celal Karadenîz jî destnîşan dike: “Em ji bajarê Mêrsînê tên û diçin Diyarbekirê ango Amedê. Me bi tesadufî ev der dît, malbatê got em jî bisekinin û di nav kulîlkan de wêneyan bigirin. Ev dîmeneke gelek xweş e, yekem car e dibînim.”

Kullîkên Nîsanê bi gerimbûna hewayê re hê jî dibişkivin û zeviyên ji kevirên volkanîk yên reş bi rengên kesk û sor dixemilînin. Zeviyên kulîlkên nîsanê herêma Çiyayê Qereçdaxê û hin deverên din dixemilînin. Ev dîmena rengîn a xwezayê di meha gulanê de jî tê dîtin.