Zêdan: Divê Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe li gorî destûrê çare bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê li Peymangeha “Chatham House”ê çend dosyeyên hestyar ên siyasî, ewlehî û aborî yên welatê xwe berçavkirin, herwisa tekez li ser pêdivîtiya bidawîhatina pirsgirêkan bi rêya destûr û diyalogê kir.
Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, di derheqa pirsgirêkên navxweyî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ragihand ku çareseriya hemî pirsgirêkan tenê di çarçoveya destûrê de dibe.
Fayeq Zêdan herwisa hişyarî da ku şirovekirinên şaş ji bo tekistên destûrî bo berjewendiyên partiyan an aliyan, ji ber ku ev yek pirsgirêkan mezintir dike û divê hin tekist jî bên sererastkirin daku çareseriyeke bingehîn ji wan re bê dîtin.
Navbirî tekez jî kir ku yekane rê bo bidawîhatina qeyranên di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog û danûstandin in, ji ber ku Îraq di rewşeka hestyar de ye û xwe li ber zêdetir hevrikiyan nagire, herwisa ragihand ku di vî warî de diyalog û lihevkirinên erênî hatine kirin û proseya çareserkirina pirsgirêkan di pêşketinê de ye.
Di derheqa dosyeya çekan de jî, Fayeq Zêdan ragihand ku pêştir komên çekdar radestkirina çekên xwe bi hebûna hêzên biyanî li ser axa Îraqê ve girê dabû, lê niha ku hêzên biyanî nemane, ti behaneyek nîne ji bo ku ew kom pabendî biryara radestkirina çekên xwe nebin.
Di pareke din a axaftinên xwe de li ser dosyeya aborî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê ragihand ku Îraqê ji piştî hilweşandina rejîma Beisê ve pişta xwe tenê bi dahata petrolê girê daye, niha jî bi sedema cenga Îranê ligel Amerîka û Îsraîlê û girtina Tengava Hurmizê, hinardekirina petrola Îraqê kêm bûye, lewra niha hikûmeta Îraqê ligel çend kompaniyên biyanî di bizaveka zêde de ye daku rêyeke cîgir bo hinardekirina petrolê û parastina aboriya Îraqê bibînin.
Di derheqa peywendiyên ligel welatên cîran de jî, bi taybetî Îranê, Zêdan tekez kir ku peywendiyên wan ligel tevahiya welatên deverê pir baş in. Herwisa peyameka tund arasteyî aliyên derve kir û ragihand: "Me ji hemî welatan re ragihandiye ku Îraq xwediya hikûmet, parlamento û serweriya xwe ye, lewra em her desttêwerdaneke biyanî di karûbarên me yên navxweyî de red dikin."