Ji 25ê Nîsanê ve zêdetirî 60 hezar geştyaran serdana Hewlêrê kirin

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê Îsmaîl Mînaxan ragihand, ji 25ê Nîsanê ve zêdetirî 40 hezar geştyaran serdana Hewlêrê kir.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê  Îsmaîl Mînaxan ragihand, ji 25ê Nîsanê ve zêdetirî 40 hezar geştyaran serdana Hewlêrê kir.

Îsmaîl Mînaxan ji K24ê re ragihand: “Di dema betlaneya cejna Remezanê de, ji 25ê meha borî ve, heta îro 60 hezar geştyar bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û bazgeh û Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran serdana parêzgeha Hewlêrê kir.”

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê beriya cejnê ragihandibû, amadekariya pêşwazîkirina 150 hezar geştyaran kirine.

Îsmaîl Mînaxan eşkere kir ku hemû amadekarî û hêsankarî ji bo serdana geştyaran kirine û hatina geştyaran ji başûr û naverasta Iraqê bo paytexta Kurdistanê berdewam e.