Li dêra Surp Giragos piştî 7 salan yekem merasîma olî hat lidarxistin

Dêra Surp Giragos
Dêra Surp Giragos

Diyarbekir (K24) – Li Dêra Surp Giragos a Ermenan ku li navçeya nevendî ya dîrokî ya Diyarbekir Sûrê piştî 7 salan yekem merasîma olî ango ayîn hat li darxistin. Dêr di dema şerê xendeqan de zirar dîtibû û hatibû restorekirin.

Dêra herî mezin û kevnar a Ermenan li Rojhilata Navîn Surp Gragos li Diyarbekirê bi merasimeke girseyî jinûve hat vekirin.

Dêra Sûrp Giragos di 7ê Gulanê de bi beşdariya nûnerê saziyên sivîl, rayedarên dewletê û ermenên ji deverên cuda hatîn hatibû vekirin û li dêrê di 8ê Gulanê de jî roja yekşemê piştî 7 salan yekem merasîma olî ango ayîn hat li darxistin.

Ji gelek deveran ermen tevlî merasîmê bûn û anîn zimên ku ew keyfxweş in piştî 7 salan careke din dêr bo xizmeta olî hat amadekirin.

Dêra Sûrp Giragos a Ermenan di şerê xendeqan de di sala 2015an de zirareke mezin dîtibû û di sala 2016an de ji bo ku were restorekirin hatibû fermîkirin.

 Dêra Sûrp Giragos di sedsala 16. de hatite avakirin, di sala 1881an de ji ber agirpêketinê xirap bibû û di sala 1883an de jinuve hatibû avakirin.

Di sala 1913 an de zengila dêrê ji ber lê dana biruskê ruxiyabû û di sala 1914an de 2 hezar zêr hatin xerçkirin û zengilek mezin hat avakirin lê ji ber ku bejina zengilê ji Minareya Çar Ling bilindtir bû ji aliyê dewletê ve hat ruxandin.

Heta sala 1960an jî bo kar û barên artêşê hat bikaranîn û di sala 2011an de dema Serokatiya Osman Baydemîr a Şaredariya Bajarê Mezin de hat restorekirin.