Wezareta Şarewanî du projeyan li Hewlêrê cibicî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Şarewanî û Geştûguzar a Herêma Kurdistanê aşkere kir, hejmarek proje li bajarê Hewlêrê tên cibicîkirin û 220 milyon Dînar ji bo wan projeyan hatine veqetandin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar, du projeyên qîrkirina kolanan li Hewlêrê tên cibicîkirin û wezaretê 220 milyon Dînar ji bo wan projeyan terxan kiriye.
Wezareta Şarewanî û Geştûguzar diyar dike, ev proje dê bandora wan a baş li ser bilindkirina asta xizmetguzariyan ji welatiyan re hebe, ji bilî van her du projeyan jî, hejmarek ji projeyên din jî di qonaxa cibicîkirinê de ne.