Hoşyar Zêbarî: Rewşa Iraqê gihîştiye asteke metirsîdar

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî eşkere kir, rewşa Iraqê gihîştiye asta xitimîna metirsîdar a "siyasî û ewlehiyê".

Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî eşkere kir, rewşa Iraqê gihîştiye asta xitimîna metirsîdar a "siyasî û ewlehiyê".

Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îstihqaqa hilbijartinê hatiye redkirin, dadgeh di biryarên xwe de alîgiriyê dike, welatî jî yekemîn ziyandîtiyên aborî û ewlehiyê ne.”

Zêbarî dibêje: “Ew metirsiya rewşê fêm nakin.”

Herwiha eşkere dike: “Ji bo rizgarkirina niştiman, divê hemû alî pêdaçûnê bikin û pêngavek ber paşve vegerin.”