Hewlêr.. Korbendeke teybet bi Penceşêrê bi sponseriya medyayî ya K24ê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Korbenda Lêkolînên Penceşêr û Nexweşiyên Onkolojiyê îro bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê li bajarê Hewlêrê birêve diçe.
Korbenda Lêkolînên Penceşêr û Nexweşiyên Onkolojiyê bi serperiştiya zanîngeha Selahedîn û zanîngeha Tîşk û Wezareta Tendirustiyê ve tê birêvebirin.
Rêkxerê Korbendê û Rêveberê Giştî yê Navenda Lêkolînan li zanîngeha Selahedîn Dr. Karzan Muhsin ji K24ê re got: “Ev korbenda duyem e li Hewlêrê tê kirin û taybet e bi lêkolînên penceşêrê ye. Îsal me mêvandariya pispor û şarezayên di warên penceşêrê de ji welatên Swêd, Polanda, Danmark û Brîtanyayê kirine.”
Dr. Karzan Muhsin diyar kir, korbend bi beşdariya 500 akademisyen, 20 mêvanên ji welatên biyanî û hejmarek mêvanên taybet birêve diçe.
Destnîşan kir jî, girîngtirîn karê vê korbendê ew e, girêdana xwendina bilind û sektora tendirustiyê, nasandina nûtirîn lêkolîn û awayên çareseriyên nexweşiyên penceşêrê ye.