Li Rihayê vîdeoya Tiktokê bû sedema mirina xortekî

Li navçeya Xelîliye ya Riha ya Bakurê Kurdistanê xortekî ji bo kişandina vîdeoya Tiktokê, xwe avêt nav kanala avê û canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Xelîliye ya Riha ya Bakurê Kurdistanê xortekî ji bo kişandina vîdeoya Tiktokê, xwe avêt nav avê û canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku xortekî bi navê Îshak Aşkan yê 19 salî, xwest ji bo dîmenên xweavêtina nav kanala avdaniyê ku di van çend rojên dawî de di nav xortan de belav bûye, vîdeoyekê bikşîne.

Îshak Aşkan piştî ku xwe avêtiye nav avê, piştî demeke kin di nav avê de winda bûye. Li ser agahdarkirina hevalên wî, polîs û tîmên rizgarkirinê gihîştine cihê bûyerê.

Tîmên ku dest bi lêgerîn û rizgarkirinê kirine, termê xortê 19 salî 500 metre li dûr dîtine.

Termê Îshak Aşkan ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve ji kanalê hatiye derxistin û ji bo otopsiyê bo Saziya Tiba Dadî ya Rihayê hatiye veguhestin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.