Li Rojhilatê Kurdistanê werzê çinîna gulan dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojhilatê Kurdistanê werzê çinîna gulan dest pê kir. Jinên di komkirina gulan de kar dikin dibêjin, tevî ku karê çinîna gulan zehmet e, lê dahateke wê ya baş ji bo wan heye.

Karkerên çinîna gulan zêdetir jin in, ew bi sibehan bi destpêka rohilhatina royê re dest bi çinîna gulan dikin. Jinên karker dibêjin: Tevî ku karê çinîna gulan zehmet e, lê dahateke wê ya baş ji bo wan heye.

Li her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, zêdetir ji 1200 hiktaran gul tên çandin û salane berhema wê jî dora 6 hezar ton dibe. Beşek mezin ji gulan, ava gulê jê tê berhemanîn.

Tevî ku di çend salên dawî de ji ber kêmbûna baranê û îsal jî bahozên tozbarînê, bandoreke nerênî li ser gulan û kalîteya gulan kiriye, lê daxwaz li ser wê gelek e û zeviyên gulan hem dîmeneke xweş û balkêş nîşan didin û hemî sûdeke wê ya aborî heye.