Li Wanê erdhej rûda

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê vê sibê erdhej qewimî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê vê sibê erdhej rûda.

Li gor zanyariyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD), vê sibê di demjimêr 09:02yan de li navçeya Tûşba ya Wanê erdhej qewimî.

Hat eşkerekirin ku erdheja li Wanê bi hêza 4,4 pile bûye û 6,95 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Du roj berê jî li heman navçeyê bi hêza 4,2 pile erdhej qewimîbû.

AFAD ragihandibû ku ji ber erdhejê rewşeke neyênî derneketiye holê.