Nûnerê Sîstanî: Her kesê ku bibêje qey fitne li Iraqê bidawî bûye xeyalan dibîne

Ehmed Safî ku Nûnerê Merciyê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ye, ragihand; her kesê ku bibêje qey fitne li Iraqê bidawî bûye, xeyalan dibîne.

Hewlêr (K24) – Ehmed Safî ku Nûnerê Merciyê Bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ye, ragihand; her kesê ku bibêje qey fitne li Iraqê bidawî bûye, xeyalan dibîne.

Ehmed Safî di salvegera damezrandina Heşda Şeibî de axivî û got: “Merciyê Bilind amade ye û rewşê dişopîne û li ser gelek mijarên ku bi welat ve girêdayî ne, hişyarî dane. Her kesê pêşbînî dike ku fitne bidawî bûye, xeyalan dibîne.”

Safî diyar kir, mijara herî metirsîdar ew e ku asta hişyariya xelkê dadikeve û got: “Gelê ku guhên xwe bigre, dê bikeve nav çiravê.”

Nûnerê Elî Sîstanî herwiha got: “Beriya fetwaya cîhadê (damezrandina Heşda Şeibî) Iraq di demeke dijwar re derbas dibû. Biryara fetwaya cîhadî, biryareke dîrokî, niştimanî û olî bû, dema wê jî gelek serkeftî bû.”

Fly Erbil Advertisment