Mesrûr Barzanî: Divê rêkarên pêwîst bêne girtin ji bo nehîştina çekên bê molet

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Wezareta Navxwe û dezgehên ewlehiyê karîn di demeke kurt de tawanbar desteser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbat û kesûkarên her du mamosteyên ku îro li Hewlêrê hatine kuştin kir û ragihand, “Divê Wezareta Navxwe û dezgehên ewlehiyê, hemû rêkarên pêwîst bigirin ji bo nehîştina çekên bê molet û rûbirûbûna tawanbar û xirapkaran di her pile û astekê de bin.”

Serokwezîr di peyama xwe de ragihand, “Gelekî xembar im bi şehîdbûna Diktor Kawan Îsmaîl û Diktor Îdrîs Hemexan. Jidestdana van her du mamosteyên birêz, karesateke diltezîn e. Pirse û sersaxiyê li kesûkar û malbatên wan birêzan dikin û hevbeşê xema wan im. Xwedê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike.”

Desnîşan kir jî: “Wezareta Navxwe û dezgehên ewlehiyê karîn di demeke kurt de tawanbar desteser bikin û radestî yasayê bikin, ji bo bigihe cezaya xwe ya yasayî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir: “Divê Wezareta Navxwe û dezgehên ewlehiyê, hemû rêkarên pêwîst bigirin ji bo nehîştina çekên bê molet û rûbirûbûna tawanbar û xirapkaran di her pile û astekê de bin.”

Fly Erbil Advertisment