Li Germiyanê erdhej rûda

Li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê, îro piştî nîvro di demjimêr 14:10ê de erdheja duyem rûda. Îro di demjimêr 11:04an de jî erdheja yekem qewimîbû.

Silêmanî (K24) – Li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê, îro piştî nîvro di demjimêr 14:10ê de erdheja duyem rûda. Îro di demjimêr 11:04an de jî erdheja yekem qewimîbû.

Pisporê Keşnasî û Erdhejê Mihemed Kemal li ser vê mijarê ragihand, hêza erhejê 3 pile bûye.

Mihemed Kemal eşkere kir, erdhej 9 kîlometre di bin erdê de rûdaye û 4 kîlometre ji navenda navçeya Kelarê dûr e, navenda erdhejê jî nêzîkî Zanîngeha Germiyanê bûye.

Beriya niha Desteya Keşnasî ya Iraqê ragihandibû, li Kelarê îro beriya nîvro 18ê Tîrmehê di demjimêr 11:04an de erdhejek bi hêza 4.6 pile qewimî.