Emar Hekîm: Em topbarana Tirkiyê şermezar dikin

“Em topbarana Tirkiyê şermezar dikin, ku bûye sedema canjidestdan û birîndarbûna hejmarek geştyaran.”

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm
Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm

Hewlêr (K24) – Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm di daxuyaniyekê de topbarana Zaxoyê şermezar kir û ragihand: “Em topbarana Tirkiyê şermezar dikin, ku bûye sedema canjidestdan û birîndarbûna hejmarek geştyaran.”

Emar Hîkme herwiha eşkere kir, ew kiryar hatine şermezarkirin û binpêkirina serweriya Iraqê ne û divê hikûmeta Iraqê tevî şermezarkirina wan, rêyên dîplomatîk bigre ber xwe ji bo rêlibergirtina dubarebûna wan.

Îro 20ê Tîrmeha 2022yan, di encama topbarana Tirkiyê de li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo, 9 kes hatin kuştin û 26 kes birîndar bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, geştyarên ku canê xwe ji dest dan, hemû ciwan û zarok in.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, di encama topbarana Zaxoyê de 9 welatiyan canê xwe ji dest dan, ku yek ji wan kesên canê xwe ji dest dane, zarokekî yek salî ye û yên din jî çar keç û çar kur in.

Dr. Saman Berzincî diyar kir, li nexweşxaneyan pêşwazî li 26 birîndaran hatiye kirin. 3 birîndar bo Duhokê hatine veguhestin, ji ber ku birînên wan giran bû û li serê wan bû, herwiha 6 birîndar jî pêwîstiya wan bi neştergeriyê heye û niha di bin çareseriyê de ne.

Fly Erbil Advertisment