Li Amerîkayê ji ber lehiyê heşt kesan canê xwe ji dest dan
Ji ber rabûna lehiyê, li rojhilatê eyaleta Kentucky ya Amerîkayê 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rabûna lehiyê, li rojhilatê eyaleta Kentucky ya Amerîkayê 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Serokê eyaleta Kentucky Andy Beshear ragihandiye, tiştê rûdaye, di dîroka nû ya eyaletê de lehiya herî karesatbar bûye.
Andy Beshear diyar kiriye, ev lehî wêrankar bû û hîn jî nayê zanîn çend welatiyên din winda ne.
Beshear eşkere kiriye, heta niha 8 term hatine dîtin û hîn nayê zanîn çend termên din dê werin dîtin, ji ber ku hejmarek welatî, winda ne.
Li navçeya Jakson a eyaletê, av her derê girtiye û beşek ji welatiyên li navçeyê ji bo xweparastinê derketina qata jorê ya mala xwe, an jî ser xaniyê xwe û li benda tîmên rizgarkirinê ne.
Li eyaleta Kentucky nêzîkî bîst santîmetre av di şev û rojekê de bariyaye û keşnasiya eyaletê pêşbînî dike ku heta êvara înê baran berdewam be.
Çavkanî: AFP