Berhemanîna kartolan li Herêma Kurdistanê digihe 500 hezar tonan
Piraniya kartolan li desta Navkorê ya li qezaya Berdereşê tê berhamanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî datayên Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, îsal berhemanîna kartolan digihe derdora 500 hezar tonan ku ji sedî 70 ji wê, li desta Navkorê ya li qezaya Berdereşê tê berhamanîn.
Li deşta Navkorê salane bi awayekî berfireh berhemên çandiniyê û bi taybet kartolan tê hilberandin û derfetên kar ji zêdetirî 3 hezar karkeran re peyda dike.
Cotkarekî deşta Navkorê yê bi navê Mihemed Seîd dibêje, îsal berhema kartolan gelekî baş e nirxê wê jî guncaw e.
Çandiniya kartolan li deşta Navkorê, derfetên kar ji bo heyama du mehan ji zêdetir ji 3 hezar karkeran re jî dabîn dike.
Berhema kartolan ji bo bazarên navxwe yên Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê tên şandin, ji ber ku ti kargeheke berhemanîna “chips û finger” li vê herêmê tune ne.
Rêveberê Çandiniyê yê Berdereşê Tehsîn Mihemed ji K24ê re got: “Berhema kartolan ji her du cureyan xwarin û pîşesazî ji bo bazarên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî tên şandin, ji ber ku li devera Berdereşê ti kargeheke pîşesazî ya ji bo kartolan nîne.”