Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê biryar li ser “yekrengiya cilûbergên xwendekaran” da

Ev biryar dê ji sala bê ya xwendinê 2022-2023an ve dest pê bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê ragihand, sîstema yekrengiya cilûbergên xwendekaran ji sala bê ya xwendinê ve tê cibicîkirin.

Serokê Zanîngeha Selahedînê Kameran Yûnis di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî rapirsiya ku ji aliyê zanîngehê ve hatiyê encamdan û xwendekaran bi rêya înternetê deng dan, Encûmena Serokatiya Zanîngehê biryara yekrengiya cilûbergên da.

Serokê Zanîngeha Selahedîn amaje bi wê yekê kir, ev biryar dê ji sala bê ya xwendinê 2022-2023an ve dest pê bibe.

Sala xwendinê roja 4ê Îlonê dest pê dike, lê zanîngehê heta destpêka meha Cotmehê rê daye xwendekaran ku biryarê bi cih bînin û her pabendnebûnek piştî vê dîrokê, dê weke binpêkirin bê dîtin.

Kameran Yûnis da zanîn, ev yekrengiya cilûbergan dê ji pantorê qumaş ê gewr an reş e û gumlekekî spî be.

Kameran Yûnis tekez kir ku serokatiya sê zanîngehên Herêma Kurdistanê derbarê mijara yekrengiya cilûbergê de pêwendî bi zanîngeha Selahedîn re kirine û ew ê jî biryarekê bi heman awayî bidin.

Fly Erbil Advertisment