37 hezar koçberên Îraqî li Kurdistanê ne û Bexda budceyekê ji wan re vediqetîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê îro Pêncşemê ragihand, nêzîkî 37 hezar koçberên Iraqî li Herêma Kurdistanê dijîn û da zanîn jî, wezaretê budceyek ji bo pêşkêşkirina alîkariyên bilez ji wan koçberan re veqetandiye.

Ajansa Nûçeyan a Îraqî ji zarê Berdevkê Fermî yê Wezareta Koç û Koçberan Elî Ebas ragihand, “Yasaya Ewlekariya Xwarek budceyek ji bo pêşkêşkirina alîkariyên bilez ji koçberan re terxan kiriye, di nava wan de jî 37 hezar koçberên Îraqî yên ku li 28 kampên Herêma Kurdistanê dijîn hene.”

Herwiha Elî Ebas amaje bi wê yekê jî kir, di nava şeş mehên bê de, wezaret plan dike ku hejmarek ji koçberên Iraqî yên li kampa Holê li Sûriyê ne, veguhezîne kampa Ceda ya li parêzgeha Nînewayê.

Diyar kir jî, biryar bû di dawiya îsal de 500 malbat ji kampa Holê bên veguhestin, ku heta niha 153 malbat ji kampa navborî hatine veguhestin yên din jî dê heta dawiya salê bên veguhestin.