Li Austria otobusa koçberan wergeriya: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Hejmarek koçberên ku di otobusê de bûn, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê Austria otobuseke koçberan dema dixwast ji polîsan bireve, rastî bûyera çûnûhatinê hat û di encam de 3 koçberan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsê Austria Helmut Marban ragehand, duhî li nêzîkî bajarokê Kîttsee yê ser bi herêma Burgenland ve ku dikeve nêzîkê sînorê Silovakyayê, otobuseke koçberan ku dora 20 koçberên neyasayî tê de bûn, dema ji kontrola polîsan direviya wergeriya.

Marban ragehand di bûyerê de 3 koçberan canê xwe ji dest dan û 17 koçberên din jî birîndar bûn ku rewşa 7 kesan giran e û ew ji bo nexwaşxaneyên derdorê hatin veguhestin.

Murban da zanîn, ajokarê otobusê hat desteserkirin û diyar kir ku hejmarek ji qurbaniyên vê bûyerê, welatiyên Sûriyê ne.

Çalakvanan jî li tora civakî belav kirin, hejmarek koçberên ku di otobusê de bûn, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Navxwe yê Austryayê Gerhard Karner got: “Mirina trajîk a 3 koçberan, careke din hovîtî û bêwijdaniya mafyayên qaçaxçîtiyê nîşan dide.”