Hevjîna berê ya Selman Ruşdî behsa rewşa wî ya tendirustî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevjîna berê ya romannivîsê Brîtanî Selman Ruşdî derbarê rewşa wî ya tendirustî de rehetiya xwe nîşan da.

Padma Lakshmi duhî Yekşemê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî ku ew niha rohet e, ji ber ku niha tendirustiya Selman Ruşdî baş bûye û ew bi hêvî ye ku di zûtirîn dem de baştir bibe.

Roja Îna borî 12ê Tebaxa 2022an, Ciwanê Amerîkî yê bi regezê Libnanî Hadî Matar, bi kêrê li Ruşdî da û ew di kezeb û çavê xwe de birîndar bû.

Lakshmi, aşpêj, lîstikvan, model û pêşkêşvana TV-yê ya Amerîkî ya bi regezê xwe Hindî ye û di navbera 2004 – 2007an de hevjîna Selman Ruşdî bû.

Romanivîsê Brîtanî yê bi regezê Hindî Selam Ruşdî piştî ku di sala 1981ê de romana xwe ya duyemîn bi navê "Zarokên Nîvê Şevê" çap kir, ku xelata Booker û gelek xelatên navneteweyî wergirtin, navdar bû. Ew roman behsa pêvajoya Hindistanê ya serxwebûna ji dagîrkeriya Brîtanîyayê dike.

Lê romana wî ya bi navê “Ayetên Şeytanî” ku di sala 1988’an de hat çapkirin, bû sedema nerazîbûnên mezin û rêberê berê yê Îranê Ruhollah Xumeynî fetwaya kuştina wî da. Misilman jî wî bi sivikatîkirina bi ola Îslamê û Qurana pîroz tometbar dikin.