Îhsan Ebdulcebar bû Wezîrê Darayî yê Iraqê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ji bo birêvebirina karûbarên Wezareta Darayî bi wekalet, raspart.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar ji bo birêvebirina karûbarên Wezareta Darayî bi wekalet, raspart.
Ev biryara Mistefa Kazimî, piştî destjikarkişandina Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî hat.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, di çarçoveya civîna îro 16ê Tebaxê ya Encûmena Wezîran a Iraqê de, Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî destvekişandina xwe pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Çend jêderên medyayê behsa wê yekê dikin ku Elî Elawî bi niyet e ku xwe bike namzedê postê Serokwezîrê Iraqê, lê belê ev îdia bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.