Li bajarê Xarpêtê erd hejiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.0 erd hejiya.
Hat ragihandin, li bajarokê Qowançiyan a bajarê Colemêrgê îro danê sibe demjimêr 07:24ê de bi pileya 4.0 erdhêjekê rû daye.
Hat gotin ku rrdhêj 12 kîlomtere di bin erdê de rû daye û ti ziyanên canî ji encama wê derneketine.
Destpêka sala 2020an erd li bajarên Xarpêt û Melatiyê hejiyabû û di encamê de hejmarek xanî û avahî hilweşiyabûn û 41 kesan canê xwe ji dest dabûn û nêzîkî 1500 kes jî birîndar bûbûn.