Tirkiye û Îsraîl pêwendiyên xwe asayî dikin

Îsraîl û Tirkiye biryar dane balyozên xwe vegerînin welatên hev

Navenda Nûçeyan (K24) – Asayîbûna pêwendiyên Tirkiyê û Îsraîlê encama xwe ya yekemîn da û her du welat dê balyozên xwe vegerînin welatê din.

Ofîsa Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Îsraîlê Yair Lapid îro Çarşemê ragihand, têkiliyên wan ên dîplomatîk bi Tirkiyê re bi temamî asayî bûn.

Ofîsê di daxuyaniyekê de ragihand, Îsraîl û Tirkiyê biryar dane ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi tevahî vegerînin û piştre jî dê balyozên xwe vegerînin welatên hev.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Asayîkirina pêwendiyan wê bibe alîkar ku têkiliyên di navbera her du gelan de kûrtir bibin û pêwendiyên aborî, bazirganî û çandî berfirehtir bikin û aramiya herêmê dê xurtir bibe.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di konferanseke rojnamevanî de ev nûçe piştrast kir û got: “Me biryar da balyozê xwe vegerînin Îsraîlê. Bêgûman damezirandina balyozan ji bo pêşxistina pêwendiyên her welatan girîng e. Wekî din em ê berdewam bin li ser parastina doza Filîstînê û gelek girîng e ku peyamên me yên li ser vê pirsê di asta balyozxaneyê de li Tel Avîvê were ragihandin.”

Di sala 2010ê de Îsraîlê êrîşî keştiyeke Tirkiyê “Mavi Marmara” kiribû ku alîkariyên mirovî dibirin Filîstinê û pêwendiyên her du welatan piştî vê êrîşê têk çûbûn.

Pêvajoya asayîkirina ji wê yekê dest pê kir, Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog di 9-10ê Adara 2022an da li ser vexwendina Erdogan serdana Tirkiyê kiribû. Ev serdan piştî navbereke 14 salan pêk hat.

Paştire jî Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu di 24-25ê Gulana 2022an de serdana Filistîn û Îsraîlê kiribû.

Fly Erbil Advertisment