Derbarê belemeya li Yûnanistanê noqî avê bûbû zanyariyên nû

Dezgeha Lûtke bo Karûbarên Aware û Penaberan ragihand, piştî lipeyçûnên bi hûrgilî, derket holê ku ti belgeyek ji bo piştrastkirina wê agahiyê tune ye ku koçberên Kurd li girava Karpatos a Yûnansitanê noqî avê bûbin.

Hewlêr (K24) – Dezgeha Lûtke bo Karûbarên Aware û Penaberan ragihand, piştî lipeyçûnên bi hûrgilî, derket holê ku ti belgeyek ji bo piştrastkirina wê agahiyê tune ye ku koçberên Kurd li girava Karpatos a Yûnansitanê noqî avê bûbin.

Îro çarşemê 17ê Tebaxa 2022yan, Dezgeha Lûtke bo Karûbarên Aware û Penaberan daxuyaniyek li ser belemeya ku di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de noqî avê bûbû, belav kir.

Dezgehê diyar kir: “Gelek dezgehên ragihandinê, nûçeya hebûna welatiyên Iraqî û Herêma Kurdistanê di wê bûyerê de ku 10ê vê mehê li nêzîkî girava Karpatos a Yûnanistanê belemeyek noqî avê bûye belav kirin, piştî lipeyçûnên bi hûrgilî, derket holê ku tiştekî wisa tune ye.

Herwiha eşkere kir: “Piştî lipeyçûneke bi hûrgilî li welatên Yûnanistan û Tirkiyê, herwiha pêwendîkirina bi Balyozxaneya Iraqê ya li Yûnanistanê û hemû aliyên pêwendîdar ên hikûmetên Yûnanistan û Tirkiyê, derket holê ku ti belgeyek ji bo piştrastkirina wê nûçeyê tune ye, ku koçberên Iraqî û Herêma Kurdistanê di wê belemeyê de hebûbin.”

Dezgeha Lûtke dibêje: “Ew malbatên ku li benda bihîstina agahiyeke zarokên xwe ne, em ji bo wan radigihînin ku ti Kurdekî di wê bûyerê de canê xwe ji dest nedaye.”

Roja 10ê Tebaxa 2022yan, belemeyek li nêzîkî girava Karpatos a welatê Yûnanistanê binav bû û piştî bûyerê hat ragihandin ku kesên di wê belemeyê de welatiyên Herêma Kurdistanê ne.