Termê welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li Zaxo hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Termê welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li binê pira Xanê ya Zaxoyê hat dîtin.
Li gor zanyariyên ku peyamnêrê me ji Polîsa Zaxo wergirtine, îro Pêncşemê welatiyekî Rojavayê Kurdistanê yê 40 salî û bi navê (Z. R. H) mirî li binê pira Xanê ya Zaxoyê hat dîtin.
Da zanîn jî, ev kes pêştir gelek caran ji ber vexwarina meyê û birina madeyên hişbir ji aliyê polîsên Zaxoyê ve hatibû desteserkirin.
Jêderekî ji Polîsa Zaxoyê ji peyamnêrê me diyar kir, li gor lêkolînên destpêkê, ti nîşaneyên kuştinê yan şûna lêdanan li ser laşê wî diyar nabin û ji bo lêkolînên zêdetir, termê wî ji bo Bijîşka Dadî ya Duhokê hatiye veguhastin.