UNAMI ji alîgirên Sedir daxwaz dike Navçeya Kesk vala bikin
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) ji alîgirên Tevgera Sedir daxwaz dike ku Navçeya Kesk vala bikin û sazî û dezgehên dewletê biparêzin.
Hewlêr (K24) – Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) ji alîgirên Tevgera Sedir daxwaz dike ku Navçeya Kesk vala bikin û sazî û dezgehên dewletê biparêzin, da ku rewşa Iraqê ber bi rewşeke xirabtir neçe.
Îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) derbarê rewşa niha ya Iraqê de daxuyaniyek belav kir û ji hemû xwepêşanderan daxwaz kir ku demildest Navçeya Kesk û hemû avahiyên hikûmetê vala bikin.
Di daxuyaniya UNAMI de hatiye diyarkirin: “Em ji xwepêşanderan daxwaz dikin ku rê bidin hikûmet karên xwe bike, ku birêvebirina dewletê û xizmetkirina gelê Iraqê ye.”
Herwiha UNAMI ji hemû aliyên siyasî daxwaz dike, ji bo kêmkirina aloziyan bixebitin û berê xwe bidin diyalogê weke yekane amraz e ji bo çareserkirina nakokiyan.
Îro Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir îro destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.
Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.
Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.
Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.
Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”
Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.