Wezareta Çandiniyê: Qedexeya hawirdekirina firingî û xiyar heta demeke nediyar hat dirêjkirin

Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê biryar da, heta demeke nediyar qedexeya li ser hawirdekirina berhemên firingî û xiyar were dirêjkirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê biryar da, heta demeke nediyar qedexeya li ser hawirdekirina berhemên firingî û xiyar were dirêjkirin.

Di nivîseke Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê de ku îro çarşemê hatiye derkirin û îmzeya Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî li ser e, hatiye diyarkirin ku li gor yasaya parastin û pêşxistina berhemên çandiniyê û nivîsa Encûmena Wezîran û lêkolînên li bazaran, bi mebesta parastina berhemên xwemalî yên cotkaran, biryar hat dayîn ku qedexeya hawirdekirina berhemên firingî û xiyar heta demeke nediyar were dirêjkirin.

Herwiha wezaretê biryar daye ku baca li ser berhema xox a hawirdekirî, were rakirin.

Her sal di dema gihîştina berhemên çandiniyê de, Wezareta Çandiniyê li gir asta berhema navxwe, biryaran derdixe ji bo qedexekirina hawirdekirina berhemên welatên din, an jî bac dixe ser wan, ev jî bi mebesta firotina berhemên cotkarên navxwe li bazarên Herêma Kurdistanê.