Teqînekê li mizgefteke Efxanistanê rûda
Kesayetekî naskirî yê olî, pasevanên wî û hejmarek welatî hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Teqînekê li mizgefteke Efxanistanê rûda, di encamê de melayê mizgeftê û hejmarek welatî hatin kuştin.
Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a AFPê, teqînekê li mizgefteke bajarê Herat yê li rojavayê Efxanistanê, di dema birêveçûna nimêja Înê de rûda.
Polîsê Efxanistanê li ser vê mijarê ragihand, teqîn li derveyî mizgefteke bajarê Herat rûda û bû sedema kuştina Mucîb Rehman Ensarî ku kesayetekî naskirî yê olî ye, di helwestên xwe de piştevaniya Tevgera Talîbanê dike.
Herwiha eşkere kir ku di teqînê de pasevanên Mucîb Rehman Ensarî û hejmarek welatî hatin kuştin.