Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata serokê berê yê Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya serokê berê yê Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê Hakim Ferhad Hatim, bi peyamekê sersaxî li malbata wî kir û hevxemiya ligel malbat û dostên wî kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi mixabinî min nûçeya koça dawiyê ya serokê berê yê Fermangeha Serdozgeriya Giştî ya Silêmaniyê Hakim Ferhad Hatim bihîst.

Pirse û serxaxiyê li malbata wî ya birêz, dost û hevpîşeyên wî dikim û hevbeşê xema wî wan im

Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê jî bide hemûyan

Mesrûr Barzanî