Agir bi daristaneke Dêrsimê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li daristana li nêzî navçeya Ovacikê ya Dêrsimê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Şaxa Parastina Xweza û Parkên Neteweyî (DKMP) ya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihand, ji duhî di derdora demjimêr 16.00an ve li gundê Aşagîtorunoba Ovacikê şewat derket.

Da zanîn jî, tîmên vemirandina agir ji bo cihê şewatê hatine şandin û hewla vemirandina agir didimin.

Li gorî daxuyaniyê, tîmên vemirandina agir ji bo kontrolkirina şewatê, rê li derdora cihê şewatê vekirine.