Albanyayê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ên ligel Îranê rawestand
Serokwezîrê Albanyayê eşkere kir ku ji ber êrîşa elektronîk a Îranê li dijî saziyên hikûmeta Albanyayê, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ên ligel Îranê radiwestînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ji ber êrîşa elektronîk a Îranê li dijî saziyên hikûmeta Albanyayê, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ên ligel Îranê radiwestînin.
Edi Rama îro çarşemê 7ê Îlonê, Komara Îslamî ya Îranê bi wê yekê tohmetbar kir ku roja 15ê Tîrmehê, êrîşa elektronîk li dijî saziyên hikûmeta Albanyayê kiriye, da ku "xizmetguzariyên giştî asteng bike û zanyarî û e-mailên hikûmetê bi dest bixe".
Li gor gotina Serokwezîrê Albanyayê, "êrîş bi ser neketin û Îran negihîşt armancên xwe".
Hikûmeta Albanyayê 24 demjimêr mohlet daye dîplomat û karmendên Balyozxaneya Îranê, da ku welatê Albanyayê bi cih bihêlin.
Ji wê dema ku endamên rêxistina Mucahidînê Xelq a Îranê li Albanyayê niştecî bûne, pêwendiyên navbera herdu welatan têk çûye.